Roja 19'emîn: Şer wê bandorê li her kesî bike

Şerê li Rojhilata Navîn kete roja 19'an. Îranê soza bersivda kuştina rayedarên xwe yên payebilind da. Îsraîlê jî êriş bir ser paytexta Lubnan Beyrûdê, herî kêm 6 kes mirin, 24 kes birîndar bûn.

Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind Alî Larîcanî ku piştî kuştina lîderê olî Alî Xamaney li Îranê fîgurê herî girîng ê siyasî bû, li gel kurê xwe li maleke li Tehranê di encama bombardûmana hêzên hewayî yên Îsraîlê de hate kuştin.

ARAKÇÎ: ŞER WÊ BANDORÊ LI HER KESÎ BIKE

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî diyar kir ku bandora şer wê di asta navneteweyî de bê hîskirin. Di daxuyaniyê de ku li ser medya dîjîtal hate kirin Arakçî got, "Pêla bandora global a şer hîn nû destpê dike û wê bandorê li her kesî bike."

Arakçî her wiha bi bîr xist ku rexneyên li welatên rojavayî yên li ser şer zêde bûne û destnîşan kir ku civaka navneteweyî divê hîn bêhtir nerazîbûnê nîşan bide.

JI ARTÊŞA ÎRANÊ PEYAMA 'TOLHILDAN'Ê

Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Amîr Hatemî diyar kir ku kuştina Alî Larîcanî wê bêbersiv nemîne û got, "Xwîna Larîcanî û şehîdên din wê li erdê nemîne."

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku êrişên bi şev ên li ser Tel Avîvê weke bersivdana li kuştina Larîcanî û rayedarên din hatiye kirin.

LI NÊZÎ TEL AVÎVÊ 2 KES MIRIN

Di êrişa hewayî ya Îranê de li nêzî Tel Avîvê li avahiyekê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserê Îsraîlê tevahiya şevê sîren hate lêxistin û gelek cebilxane li navenda welêt ketin.

Bi van êrişên dawî re li Îsraîlê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 leşkerên Îsraîlê jî li Lubnanê mirin.

SEFARETXANEYA BILIND A DYE'YÊ YA LI BEXDAYÊ CAREKE DIN BÛ HEDEF

Li paytexta Iraq Bexdayê, Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) careke din bû hedefa droneyên bombebarkirî. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê droneyek yekser li avahiya sefaretxaneyê ketiye. Lê belê diyar nebû ku xisareke çawa ji ber êrişê li avahiya sefaretxaneyê bû.

LI KENDAVÊ RAGEŞÎ DEWAM DIKE

Wezareta Parastinê ya Qatarê ragihand ku li paytext Dohayê piştî dengê teqînan êrişeke din a bi fuzeyan ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hat astengkirin.

LI BEYRÛDÊ BOMBARDÛMAN

Artêşa Îsraîlê li paytexta Lubnan Beyrûdê tevahiya şevê êrişên hewayî kir. Bi taybetî avahiyên li herêmên Basta û Zokak el Blatê bûn hedef.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di êrişan de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.

Îsraîlê her wiha ji bo hini gundên li başûrê Lubnanê jî banga veguhestinê kir.

Ji 2'ê Adarê û vir ve di êrişên Îsraîlê de li Lubnanê herî kêm 912 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 221 kes birîndar bûn, zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn.